
Kızıltepelilerin buluşma adresi kızıltepe'nin en büyük sosyal birleşme merkezi |
|
| | Yazar | Mesaj |
|---|
Admin Admin

Mesaj Sayısı: 45 Kayıt tarihi: 29/10/08
 | Konu: Kurdî ders 20-21 Perş. Kas. 27, 2008 10:59 pm | |
| DERS 20
XWENDIN (okuma)
HESRETA WELAT
Gava ez hîn li gund bûm. tim li wan çiya û baniyên li dora gund digeriyam. Min ji wan avên zelalên wek şîrê pêsîrên dayîkan vedixwar, ew hewa ji bêhna sosin û beybûnên zozanan xwe guherandibû mîsk û amberê dikişand nav pişik û kezevê. Belê, mehê carê jî diçûm bajêr.
Gelek caran cîranên me dihatin, em di binê siya daran de rûdiniştin, diketin nav mijûliyan. Car caran jî hevalek dengxweş dest davêt kerika gohê xwe, dilorand û stranên li ser dilan ji me re distira.
Bu soruları yanıtlayın - Gava tu li ku bû? - Gava ez li gund bûm. - Ha li gund! Baş e, ê te çi dikir? - Ez diçûn, derdiketim serê çîya û baniyan. -Te li dîmena gundê xwe dinêrî? - Na, li xweşiya xwezayê sêrdikir. - Te jî stran digotin? - Eh min jî hinek dilorand.
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
banî = dam üstü zelal = berak pêsîr = göğüs/ kadın memesi beybûn = papatya pişik = akciğer kezev = karaciğer mijûlî = muhabet/ uğraşı dengxweş = güzel ses kerik = kulağın iç kısmı
RÊZIMAN
Dema bori 2 / çîroka dema borî(durativ)= 2. geçmiş zaman, yada şimdiki zaman hikayesi.
Kürtçe’de de Türkçe gibi şimdiki zaman takısı geçmiş formu ile birlikte kullanılıyor. Bu form özelikle geçmiş zaman içinde sık sık tekrarlanan eylemleri dile getirmek için kulanılır.
Bu zamanın bileşimi.
a) têper (geçişli fiiler) Şimdiki zaman takısı + geçmiş zaman kökü Di + got Min digot = Ben söylüyordum.
Çekim
Olumlu - olumsuz
Min digot. - Min nedigot.* (ben söylemiyordum.) Te digot. - Te nedigot. Wî digot. - Wî nedigot. Wê digot. - Wê nedigot. Me digot. - Me nedigot. We digot. - We nedigot. Wan digot. - Wan nedigot.
*Şimdiki zamanın aksine, bu ikinci geçmiş zamanda olumsuzluk şimdiki zaman takısı ile birlikte kulanılır.
Têneper = geçişsiz fiil şimdiki + geçmiş + kişi zamiri zaman takısı - zaman kökü - takısı di + keniya + im Ez dikeniyam = Ben gülüyordum.
Erênî - nerêni.
Ez dikeniyam. - Ez nedikeniyam.(Biz gülmüyorduk) Tu dikeniya(yî). - Tu nedikeniya(yî). Ew dikeniya. - Ew nedikeniya. Em dikeniyan. - Em nedikeniyan. Hûn dikeniyan. - Hûn nedikeniyan. Ew dikeniyan. - Ew nedikeniyan.
İşlediğimiz konuda kullanılan bu şimdiki zaman hikayesini bir daha okuyalım.
Ez li dora gund digeriyam. = Ben köy etrafında geziyordum.
Min avên zelal vedixwar. = Ben berak suları içiyordum.
Min ew hewa dikişand nav pişikê. = Ben o havayı ciğerlerime çekiyordum.
Ez mehê carê jî diçûm bajêr. =Ayda bir şehire gidiyordum.
Cîranên me dihatin. = Komşularımız geliyordu.
Em di binê siya daran de rûdiniştin. = Biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk.
Baş e, lê te çi dikir? = Güzel, ya sen ne yapıyordun.
Ez diçûn, derdiketim serê çîyan. = Ben gidiyordum, dağlara çıkıyordum.
Sen de bu cümlelerdeki fiilerin çekimini şimdiki zaman hikayesi formuna uygun çek.
Pêhînî 1 Mînak:
(Dema) welat, bûn, pirtûk, xwedin. Dema ez li welat bûm, min pirtûk dixwend.
1 – (gava) gund, bûn, çiyan gerîn. 2 – (gava) ciwan, bûn, stran gotin. 3 – (dema) ciwan, bûn, xwe cîhan, din dîtin. 4 – (gava) etar (çerçî), hatin, gund, pir tiaht firotin.
Pêhînî 2 Mînak:
Do tu li mal bûyî? Na, ez do ne li mal bûm. 1 – Teşî di ciwantiya xwe de stran digotin? 2 – Tu jî li çiya û baniya digeriyayî? 3 – Ma cîran dihatin mala we? 4 – Hûn jî di bin daran de radibûn govendê? 5 – Ma we li welat bi kurdî dixwend?
Şu cumleleri Kürtçe’ye çevirin.
Ben köyde iken, köyün etrafında dolaşıyordum. Ben o anne memesindeki ak süt gibi berrak sulardan içiyordum. Ayda bir şehire gidiyordum. Çoğu zaman komşularımız geliyordu, biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk. Ben gidip dağ ve tepelerin üstüne çıkıyordum. Hayır, doğanın güzelliğine bakıyordu. Eh! Ben de biraz mırıldanıyordum.
Aşağıdaki metni okuyun ve çevirin. Cümleleri sesli telafuz edin, bilmediğiniz kelimeleri diyalogların altındaki sözlükten öğrenin.
XWENDIN
BELENGAZ
Dibêjin; hebûye tinebûye Belengazekî xwedê hebûye. Qet tiştekî wî tinebûye. Biharan pel û pincar civandiye, xwariye; zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê.
Gava belengazê xwedê rojek ji rojên zivistanê dîsa derketiye nêçîrê, kêvroşkeke belekê rindik ji bin zinarekî wek derba fîştoqê fijiqiye û bi weş bazdaye. Wî jî serî daye ser. Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye. Di wê kêliyê de kêvroşk lê hatiye ziman û gotiye: “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.”
Her çendî qure qura zikê belengazê xwedê jî bûye, wî ew kêvroşk berdaye. Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têrkiriye. ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye.
Xewneke gelek xweş dîtiye, di xewna xwe de çûye mala bavê kêvroşkê. Kêvroşk jî bûye keçekê delal, xwe bi awayekî gelek xweşik xemilandiye, hatiye, bi destê wî girtiye û wan bi hev re berê xwe dane tirîjê rojê, bûnin zirnixek ji tirîjê rojê, bi rojêre helyane û firyane.
-Tu dizanî çi bûye? - Na! Çi bûye? - Dibêjin erd hejyaye! - Na lo! Kê got. -Min ji radyoyê bîhîst. - Kamo miriye - Na lo! Kê ji te re got. - Memo got. - Kengê miriye? - Du roj berê. - Pêê! Berf bariye!.. - Law çi ecêv e. hîn hetanê nîvê şevê jî her der çîk sayî bû - Him jî her der girtiye.
Halk arasında masal anlatılırken genelikle “hebû tunebû” formu kullanılır.
Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
hebûye : varmış tinebûye : yokmuş belengaz : fakir, zavalı xwedê : Allah, tanrı. pel : yaprak pincar : pancar nêçîr : av, avcılık kêvroşk /kerguh : tavşan zinar : kaya derb : mermî, darp fiştoq : Havai fişek patlayıcısı/ fırlatıcısı fijiqîn : çok hızlı bir şekilde fırlamak. weş : hiz, surat nêzîkê tarî têkeve ewrdê : yere karanlığın çöküşüne yakın her çendî : her nekadar xewn : ruya westîn : yorulmak westiyaye : yorulmuş awayek : bir biçim de, birşeyler yapma tirîj : ışın, güneş ışını. zirnix : zere, zerecik
RÊZIMAN
Biz bu derste de üçüncü geçmiş zamanı, yada mişli geçmiş zamanı göreceğiz. Bu zaman genelikle ikinci kişi tarafından kullanılır, yada hatırlanmayan, kesin bilinmeyen zaman dır. Bu fransızcanın “pase simple”, almancanın “konjuktiv perfek” zamanlarına denk düşer.
Bu konuyu anlamak için tekstin sonundaki kısa dialogları birdaha okuyun!
a) Lêkerên têneper (intransitiv) = geçişsiz fiiler.
Erênî nerênî Ez ketime. Ez neketime (ben düşmemişim) Ti ketiyî. Tu neketiyî. Ew ketiye. Ew neketiye. Em ketine. Em neketine. Hûn ketine. Hûn neketine. Ew ketine. Ew neketine.
Siz de konu da geçen şu geçişsiz fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız.
Hebûn, derketin (çikmak), hatin, westîn, çûn, helîn, firîn
b) Lêkerên têper (transitiv) = Geçişli fiiller
Erênî nerênî Min gotiye. Min negotiye. (ben söylememişim) Te gotiye. Te negotiye. Wê gotiye. Wê negotiye. (dişil o) Wî gotiye. Wî negotiye. (eril o) Me gotiye. Me negotiye. We gotiye. We negotiye. Wan gotiye. Wan negotiye. |
|  | | Admin Admin

Mesaj Sayısı: 45 Kayıt tarihi: 29/10/08
 | Konu: Geri: Kurdî ders 20-21 Perş. Kas. 27, 2008 11:01 pm | |
| DERS 21
Siz de konu da geçen şu geçişli fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız
Civandin, bazdan, girtin, xwarin, berdan, têrkirin, xemilandin, dîtin.
Pêhînî 1
Mînak:
her çendî (her ne kadar)
ne kurd, bûn, ji bo, azadî, Kurdistan têkoşîn.
Her çendî ew ne kurd jî bûye, ji bo azadiya Kurdistan têkoşiyaye. (Her ne kadar kürt de olmasada, Kürdistan’ın özgürlüğü için savaşmış)
1 – ew, ne hatin, diyarî, xwe şandiye. 2 – wê, Kurdistan, dîtin, evîndar, Kurdistan bûn. 3 – wî ne xwendin, xwe, pêşve birin. 4 – ew, evîndar, wê, bûn, bav, wî ew, jê re ne xwestin.
Pêhînî 2 Mînak:
ji ber ku (nedeni ile/ ...diğindan) birîndar bûn, nekanîn, xwe rizgar, kirin. Ji ber ku birîndar bûye, nekaniye xwe rizgar bike. Yaralı olduğundan (dolayı) kendini kurtaramamış.
1 – pir westîn, hima, wir, di xew re, çûn. 2 – nexweş bûn, ne kanin, alîkarî, wî, kirin. 3 – otobûs, ne hatin, ew, rabûn, û, çûn. 4 – Ew, wî, lêgerîn, lê, ew, ne dîtin.
Bu diyaloğu bir arkadaşınla oku.
– Çi dibêjin? – Dibêjin; hebûye tinebûye! – Çi hebûye? – Belengazekî xwedê hebûye. – Wî biharan çi xwariye? – Pel û pincar xwariye. – Lê zivistanan? – Zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê. – Çi ji ber zinarekî bazdaye? – Kêvroşkeke belekê rindik bazdaye. – Lê wî çi kiriye? – Wî jî serî daye ser – Kengê pê girtiye? – Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye. – Baş e, dû re çi bûye? – Kêvroşk lê hatiye ziman. – Ji belengazê xwedê re çi gotiye? – “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.” – Belengaz çi kiriye? – Wî ew berdaye. – Lê bi çi zikê xwe têr kiriye? – Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têr kiriye. – Dû re çi kiriye? – Ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye. – Wî çi xewn dîtiye? – Di xewna wî de kêvroşk bûye keçeke delal. – Wî û keçikê çi kirine? – Bi destê hev girtine û berê xwe dane tirîjê rojê. – Dû re çi bûye? – Divê hîn çi be, belengaz miriye.
Yukarıdaki diyaloğu Türkçeye çevirin!
Aşağıdaki metni okuyun ve çevirin. Cümleleri sesli telafuz edin, bilmediğiniz kelimeleri diyalogların altındaki sözlükten öğrenin.
XWENDIN
BIHARA RENGÎN
Sar û serma zivistanê bi Newrozê re konê xwe ji welatê me barkiribû. Belê, êdî bêhna bihara rengîn li cîhanê hêwirîbû. Gul û beybûnên kesk sor û zer, li gel wan yên mor, gewez, tûtik û binevşî xweza xemilandibû. Min jî dixwest tevê vê dîlana rengên xwezayê bibim. Lê bizina bavê min ya belek û gayê bavê min yê gewr wenda bûbû. Divyabû ez li wan bigerim. Min ne çolên bê ser û bin, ne jî çiyayên pîroz hîşt. Lê min ew nedît. Sola min ya rastê dirya, yanê qelişî, lingê min yê çepê ket ber kevir û derizî. Lema ez ji vê xweşiya biharê bêpar mam. Wek kûtek bê mecal di nav xaniyên gund de mam. Belê xaniyên gund, yên ji kevirên gewr ên girnûşin, dîmenek vik û vala para min ketibû.
Wateya peyvên kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
kon : Çadır, kıldan dokuma göçebe çadırı êdî : artık bêhna bihara rengîn : renkli baharın kokusu Li cîhanê hêwirî bû. : Dünyayı sarmıştı/ işgal etmişti li gel wan : onların yanında gevez : kahveye çalan kırmızı tûtik : turuncu binevşî : menekşe rengi, açık mor xweza : doga tevê : birlikte, katılım, içine karışma bizin : keçî belek : alaca dîlan : halay, kutlama, şenlik gewr : gıri wenda bûn : kaybolmak wenda kirin : kaybetmek vîn : ...ebilmek, mecbûr olmak, gerekmek divyabû /divîbû : gerekiyordu, mecbur çol : yaban, çorak alan, kırsal bê ser û bin : ucsuz bucaksız çolên bê ser û bin : ucsuz bucaksız kırsal alan pîroz : kutsal dirîn /qelişîn : yırtılmak, yarılmak derizîn : çatlamak, lif kopması lema/lewma/loma : bundan, bundan dolayı bêpar : paysız kût : kötürüm, ayaktan sakat girnuşin : tırtıllı kevirê girnûşin : tırtıllı taş |
|  | | |
Similar topics |  |
|
| | Bu forumun müsaadesi var: | Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
| |
| |
| |
|